| |
Serdana Salih Heydo û Çend Projeyên Nû
Nûnerê Enstîtuya Kelepûrê Kurdî yê rojavayê welêt folklorîst û nivîskar Salih Heydo di nîveka meha sibatê da li Silêmaniyê serdana enstîtuyê kir û her du alî li ser proje û xebatên nû rê ketin. Cihê bîrxistinê ye, Enstîtuya Kelepûrê Kurdî berê jî bi navê Dûrikên Kurdên Sûriyayê pirtûkeke Salih Heydo çap kir ku ji du bergan pêk hatiye.
Hêjayî gotinê ye Salih Heydo di sala 1956an da li Amûdê li devera Gabaran ji dayik bûye. Ew her di zarokatiya xwe da bûye bengî û dilxwazê folklor û kelepûra kurdî û heta niha di vî warî da arşîveke yekta û dewlemend berhev kiriye. Ji karê folklorê pê ve, ew sernivîskarê kovara Gulistanê ye û helbestan dinivîse û heta niha 3 dîwanên wî hatine çapkirin. Tevahiya berhemên wî ev
in:
Kêferat Dîwana 1ê / 1985, Serpêhatiya Perîşan û Memê Şivan (dastan) / 1985, Birîna Kûr Dîwana 2an / 1988, Serpêhatiya Tûmazê Kildanî û Axayê Şêrwanî / Çîrok û Serpêhatiyên Jîwarî / 1996, Evîna Welêt Dîwana 3an / 1997, Dûrikên Kurdên Sûriyayê 1-2 / 2006

|
|