ئینستیتیوتی كهلهپووری كورد له ژێر ناونیشانی (با حهسكیف بناسین)، له كۆتایی ساڵی (2007)ـهوه سهرقاڵی پێشكهشكردنی پێشانگایهكی تایبهته به شوێنهوارهكانی ئهو ناوچهیه بهمهبهستی ئاشناكردن و داكۆكیكردن له پاشماوه مێژووییهكانی حهسكیف. ههر له بهردهوامی ئهم چالاكییه هونهرییهدا له ڕۆژی (7/3) له شارۆچكهی زاخۆ له هۆڵی (ناڤهندا بزاڤا ڕهوشهنبیری و گرافیك) ئهم چالاكییهی پێشكهشكرد، كه به ئامادهبوونی سهید خالید قایماقمی زاخۆ و فهرمان شوكر سهرۆكی لقی سهندیكای هونهرمهندانی زاخۆ و نوێنهرانی لقی ههشتی (پ. د. ك) و ئهندامانی ڕێكخراوهكانی پاراستنی ژینگه و هونهرمهند عهونی جهخسی و كۆمهڵێك له دانیشتوانی زاخۆ، بهڕێوهچوو.
ئامادهبوان به گشتی خۆشحاڵی خۆیان بۆ پێشانگاكه دهربڕی و لهبهرامبهریشدا دڵگرانیان نیشاندا بهرامبهر بهنداوی ئلهسوو كه حكومهتی توركیا به تهمایه لهسهر ئاوی دیجله جێبهجێی بكات، كه ههموو ئهم شوێنهوارانه دهشارێتهوه. جێی ئاماژهیه ئامادهبوان پێشوازی گهرمیان له بهرههمهكانی ئینستیتیوت كرد كه لهگهڵ پێشانگاكهدا نمایش كرابوون. پێشهنگاكهش پێشتر له سلێمانی و دهۆك و ئاكرێ و ئامێدی پێشكهشكرا بوو، دواتریش دهبێته میوانی چهند شار و شارۆچكهیهكی تری باشووری كوردستان.
Pêşangeha Heskîfê ya li Zaxoyê
Enstîtuya Kelepûrê Kurdî, ku ev serê sê mehan e bi navê "Werin Em Heskîfê Binasin" pêşangeheke taybet bi Heskîfê li bajar û bajarkên başûrê Kurdistanê li dar dixe da ku di vî warî da gel zana û hişyar bike, bi heman mebestê roja 7ê adarê pêşangeh li bajarê Zaxoyê li Navenda Bizava Rewşenbîrî û Grafîk raber kir. Pêşangeh bi amadebûna qeymaqamê Zaxoyê Hisên Xalid, serokê şaxa Sendîqaya Hunermendan ya Zaxoyê Ferman Şukir, nûnerên liqa 8ê ya PDK, endamên Rêkxirawa Parastina Jîngehê, hunermend Ewnî Cexsî û hindek şêniyên Zaxoyê hate vekirin. Akinciyên Zaxoyê baş bala xwe dan wêneyên Heskîfê û dilgiraniya xwe dane zanîn ji ber helwesta Tirkiyeyê û daxwaz kirin ku kurd di vî warî da hişyar bin û li kevnewarên xwe bibin xwedî.
Li aliyê din şêniyên Zaxoyê pêşwaziyeke germ li berhemên Enstîtuya Kelepûrê Kurdî kirin û kêfxweşiya xwe dane xuyakirin. Hêjayî gotinê ye, heman pêşangeh beriya niha jî li bajarê Silêmanî, Dihok û bajarkên Akrê û Amêdiyê hatibû pêşkeşkirin û biryar e di pêş da li çend cihên din jî bê pêşkeşkirin.